
Artêşa Amerîkayê serbazên nû, tank û otomobîlên şer ên corê “Bradley” û radarên pêşketî dişîne Rojavayê Kurdistanê. Navçeyên di bin desthilata Rêveberiya Xweser, herwiha tevgera firokeyên şer jî li esmanê deverê zêde dike.
Berdevkê Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê Bill Urban ragihand, ku ev pêngavên han pêşandaneke zelal a xwesteka Amerîkayê ye ji bo parastina Hêzên Hevpeyman. Di heman demê de ev pêngavên wiha bo piştrastbûnê ye ku Hêzên Hevpeyman dikarin erkên xwe yên taybet bi têkşikandina DAIŞê cîbicîh bikin.
Hejmara wan serbazên ku bo Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di bin desthilata Rêveberiya Xweser tên veguhestin nêzîka 100 serbazan e. Ev di demekê da ye ku heta çend roj berî niha zêdeyî 500 serbaz û rawêjkarên serbazî yên Amerîkî li wê derê bûn. Amerîka tank û otomobîlên şer ên corê Bradley û radarên corê Sentinel jî dişîne herêmê. Piştra tevgera firokeyên şer û helîkopterên Apache li esmanê Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di bin desthilata Rêveberiya Xweser zêde dike.
Ev pêngava Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê sê hefte piştî wê yekê hat, artêşa Rûsyayê li Rojavayê Kurdistanê nêzîkê artêşa Amerîkayê bû û di encama lihevketina otomobîlên wan de 7 serbazên Amerîkî birîndar bûn.
Berdevkê Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê Bill Urban di derbarê vê yek êda wiha dibêje: “Ev pêngav pêşandaneke zelal a xwesteka Amerîkayê ye ji bo parastina Hêzên Hevpeyman. Em dê li ser karkirina ligel hevbeşên xwe yên lokalî li Sûriyê berdewam bin ji bo piştrastbûna ji têkşikandina DAIŞê. Hê jî ew grûpa Îslamî ya radîkal gef e û eger guşarên li ser berdewam nebin, wê careke din dirkevin.“