
Hikûmeta Amerîkayê plana girtina balyozxaneya xwe ya li Bexdayê gihandiye berpirsên Iraqî.
Rojnameya Amerîkî Washington Post ji devê çend berpirsên amerîkî va ku nexwestine navê wan bê aşkerekirin, belav kiriye ku şeva Şemiyê 26ê Îlona 2020an, Mike Pompeo Wezîrê Derve yê Amerîkayê plana welatê xwe jibo girtina balyozxaneya xwe ya li Bexdayê ji Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re ragihandiye.
Li gor heman medyaya amerîkî, hê nayê zanîn ku rêveberiya Trump ev biryar pejirandîye ya na.
Lêbelê ger ku Koşka Spî biryarê cîbicî bike, wê demê girtina balyozxaneyê dê di nav 90 rojan da bê encamdan.
Tê îdiakirin ku, Washingtonê du roj berê hişyarî daye Bexdayê, ger ku êrîşên komên çekdar ên nêzîkî Îranê yên li ser berjewendiyên Amerîkayê neyên sînordarkirin û dawî li wan êrîşan neyê, rêveberiya Trump dê Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê bigire.
Eger îdareya Trump biryareke wiha bide, li gor hin şirovekarên siyasî ew yek dê bibe pêngavek ku, Amerîka li dijî komên çekdar ên nêzîkî Îranê yên li Iraqê şer dest pê bike.