
Pişkînerê Bilind ê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê rapora xwe ya derbarê karên Hevpeymaniya Navdewletî da, li Iraq û Sûriyê belav kir. Rapor ji bo sê mehan e û ji meha Nîsanê va destpê dike.
Pişkînerê Bilind ê Pentagonê bûyerên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê raporek amade kirîye ji Kongreyê ra şandîye.
Di raportê tê gotin, ku Tirkîye û opozisyona Surîyê ya girêdayî Tirkiyê, li bakurê rojhilatê Sûriyê binpêkirin kirine. Xelkên sivîl kuştine, mal û milkê xelkê wêran kirine, av li ser nêzîkî milyon kesî birîne.
Di raporê da tê daxwazkirin,ew ku ew binpêkirin bêne şopandin û kesên rê dane wan binpêkirinan bên cezakirin.
Di derbarê karên HSDê da jî di raporê da wiha tê gotin, „Di meha Hezîranê de HSDê operasyoneke şer rojî kiriye, 150 zevî û gund paqij kirine û 110 çekdarên DAIŞê girtine. Hêzên Hevpeyman jî sê serkirdeyên bilind ên DAIŞê di meha Gulanê de kuştine.“