Namzetê serokatîya Amerîkayê Biden, di destpêka vê salê da ji rojnameya New York Timesê ra axifî bû û di wê axaftinê da di derbarê Erdoxan da nêrînên xwe anîbû ziman û piştgirîya xwe ya ji bo Kurdan anîbû ziman.
Çi hîkmet e, ew axaftin di rojeva çapemenîya Tirkîyê da cîh negirtibû. Bi îhtimala serokatîya Biden ra tirsa Tirkan zêde bû û axaftina wî ya 8 meh berê jî di rojeva Tirkan da cîh girt. Rêvebirên Tirkîyê û serokên partîyên Tirk ketine dorê û daxûyanî li ser daxûyanîyê didin û dijberîya xwe ya li dhemberî gotinên Biden û Kurdan nîşan didin.
Di wê axaftinê da çi gotibû, em lê binêrin:
“Ez di wê baweriyê de me ku divê em helwestek û rêbazeke cuda pêk bînin û divê em piştgiriya xwe ya ji bo dijberîya li dijî Erdogan bi zelalî nîşan bidin. Ji bo entegrekirina nifûsa Kurdan rêbazeke me heye. Divê em bi zelalî ka em çi dixwazin û çi difikirin bibêjin û behsa şaşiyên xwe jî bikin. Divê Tirkiye bacakê bide. Gelo ka em dê hêj jî çekan bifiroşinê yan na? Eger xwediyê sistema berevaniyê ya balafirên F-35ê ne, ez dixwazim bibînim ku bêyî me dê bikarin çawa peyda bikin û pêk bînin. Lewma ez derbarê vê yekê de nerehet im.
Ne bi rêya derbeyan, lê bi rêya hilbijartinan dawî li serwerîya Erdogan bînin. Jibo vê ykê divê em cesaretê bidin wan.”
Biden herwiha anîye ziman, ku li ser mijara doza Kurdan çend caran ligel Erdogan hevdîtin pêk anîne û di derbarê wan hevdîtinan da jî wiha dibêje: “Lê di wê demê de hêji zext li Kurdan nedikir.”
Biden ji nakokîyên li ser pirsgirêka Behra Sipî jî wiha gotîye; “Divê em ligel hevalbendên xwe yên li herêmê kom bibin, ka em dê çawa bikarin Tirkîyê ji tevgerên ji bo petrola li Deryaya Spî îzole bikin. Bêguman hinek xalên din jî hene em binirxînin.”