Akademîsyên û Dîplomatê Amerîkî Peter Galbraith di hevpeyvîna xwe ya di Rudawê da dîyar dike, ku dijminên Kurdan pir in û yên herî xerab jî Kurd in!
Dr. Peter Galbraith mamosteyê Zanîngeha Pensilvanyayê ye.
Galbraith demeke dirêj li Wezareta Derve ya Amerîka wek diplomat xebitîye û piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê balyozê Amerîka yê li Kroatyayê ye.
Piştî serhildana 1991ê li ser guhastin û parastina bi sedan hezar ton belgeyên rejîma Iraqê yên di derbarê Kurdan da xebitîye. Di dema nivîsîna destûra Iraqê da şêwirmendê tîma Kurdistanê ye. Di heman demê da hevkarîya serkirdeyên Kurd kiriye û rêya Wezareta Derve ji wan re vekiriye.
Akademîsyên û dîplomatê Amerîkî Peter Galbraith di hevpeyîna xwe ya bi Rûdawê ra, behsa siberoja Başûr û Rojavayê Kurdistanê dike û di beşek hevpeyvîna xwe da wiha dibêje:
“Gotineke bi navûdeng heye, dibêjin “Ji bilî çiyan ti dostekî Kurdan nîne.” Ez hergav çend peyvan li vê hevokê zêde dikim û dibêjim, dijminên Kurdan pir in û yên herî xerab jî Kurd in! Ji ber nakokiyên navbera partiyên Kurdî ziyaneke mezin gihişt Kurdistanê. Herwiha ji ber ku amade ne ji bo berjewendiyeke siyasî ya demkî berjewendiyên niştimanî bikin qurban. Me ev bi zelalî di cotmeha 2017an de dît. Bi nerîna min, eger bereyeke yekgirtî hebûya Herêma Kurdistanê dikarî berevaniyê li Kerkûk û navçeyên din bikira. Eger yekgirtîbûna dibe ku niha Kurdistan serbixwe bûya. Bi baweriya min ev pirsgirêkek mezin e.
Lê îro, ez dibînim ku Serok Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî hewl dane van nakokiyan bi rêya rûniştina bi serkirdeyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ra kêm bikin. Di navbera Herêma Kurdistanê û îdareya Kurdî ya li bakurê rojhilatê Sûriyê da jî hevrikî heye. Di hin deman da nakokî tund bûn. Tew gihiştiye xalekê ku sînor bê girtin. Jibo vê yekê jî ez pir kêfxweş im ku Serok Nêçîrvan Barzanî û General Mezlûm bi hev ra kar dikin. Ez bawerim di navbera wan herdu beşên Kurdistanê da pêwendiyên baş û pêşveçûn pêk were.”
Di derbarê têkilîyên di navbera Rêvebirîya Herêma Kurdistanê û Hukumeta Navendî ya Iraqê da jî wiha dibêje:
“Serxwebûna Kurdistanê ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê çareserîya herî baştir. Ji ber çend sedeman serxwebûna Kurdistanê ku hêviya gelê Kurd e, di berjewendiya Amerîkayê da ye û herwiha ji bo aramiya navçeyê jî bisûd dibe.”