Kompaniya Microsoft a Amerîkayê, ku kompaniyeke mezin a teknolojiyê li tevahiya cîhanê ye, herdu zaravên serekî yên zimanê Kurdî (Kurmancî û Soranî) di lîsteya xwe ya zimanên wergêranê da zêde kir.
Li gor nûkirina herî dawî ya Microsoftê, herdu zaravên Kurdî (Kurmancî û Soranî) di appa wergêrandinê ya wê kompaniyê da tên danîn û bikarhêner dikarin bi rêya appa wergêrandinê, Microsoft Office û appa Bing, zêdetir ji 70 zimanên cihgirtî yên cîhanê yên di lîsteyê da ji bo zimanê Kurdî û ji Kurdî ji bo wan zimanan wergerînin.
Li vir bitikîne bo ceribandina Bing Translator
Herwiha li gor nûkirina dawî ya Microsoftê, çêdibe ku zimanê Kurdî ligel herdu zaravên Kurmancî û Soranî di appa xizmetguzariya Ajor da li ser mobaylê û malpera Microsoftê were dabarkirin.
Kompaniya Microsoftê derbarê zimanê Kurdî da radigihîne, ku Kurdiya Bakur û Navîn du şêweyên zimanê Kurdî ne ku herî zêde tên bikaranîn. Kurdiya Bakur ku weke Kurmancî tê naskirin, li Tirkiyê, Sûriyê, bakurê Iraqê û bakurê rojava û bakurê rojhilatê Îranê ji aliyê 15-17 milyon Kurdan va tê axaftin. Kurdiya Navîn jî Soranî ye û tê texmînkirin ku ji aliyê 9-12 milyon Kurdan ve li Kurdistana Iraqê û rojavayê Îranê va tê axaftin. Ew du zarave nêzîkî %75 ji tevahiya axêverên Kurd tên bikar anîn.
Appa wergêrana Microsoft Bing Translator di sala 1999 de hatiye damezrandin. Di 20 salên bihorî da amûrên wergêranê yên bi 73 zimanên cîhanê gelek hatine pêşxistin.
Êdî ji niha pê va zimanê Kurdî derbasî nav refên wan zimanên cîhanê bû, ku di lîsteya zimanên wergêrandinê yên Microsoftê da ye.
Bi milyonan Kurd li seranserê cîhanê dijîn, lê tenê beşek ji Kurdên li Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê dikarin bi zimanê xwe bixwînin. Bi dehan sal e li Tirkiye, Sûriye û Îranê rêgirî li bikaranîn û xwandin û nivîsîna bi zimanê Kurdî tê kirin û Kurd ji wê mafê xwe yê bingehîn bêpar in.