Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian derbarê êrişa Tirkiyê ya li Sîdekana Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da.
Di daxûyanîyê da hikûmeta Fransayê êrişa Tirkiyê ya li Sîdekanê şermezar dike û ji Tirkîyê zelalkirina bûyerê dixwaze.
Jean-Yves Le Drian di daxuyaniya xwe da dibêjn bila Tirkiye ji serweriya Iraqê ra rêzdar be.
Wek tê zanîn, roja 11ê Tebaxê, hêzên Zêrevanên Sînor ên Iraqê li devera Sîdekanê serdana sînorê navbera Iraq û Tirkiyê kiribûn. Balafireke bê firokevan a Tirkiyê otomobîleke wan bombebaran kiribû û di encamê da du fermandeyên wê hêza Iraqî jiyana xwe ji dest dabûn û fermandeyek û du serbaz û karmendekî istixbarata Iraqê jî birîndar bûbûn.
Piştî bûyerê Serokomariya Iraqê êrişa Tirkiyê şermezar kiribû û êriş weke binpêkirina serweriya Iraqê û li dijî hiqûqa navnetewî bi nav kiribû.