
Rêveberiya Xweser ligel kompaniyayeke di warê petrolê ya Amerîkayê da rêkeftinek îmze kiri.
Rêkeftin hefteya borî di navbera Rêveberiya Xweser û Kompaniyaya Delta Kirîsent Energy a Amerîkî hate îmzekirin. Li gor rêkeftinê, kompaniya Amerîkî dikare berhemanînê li bîrên petrolê yên Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di bin kontrola Rêveberiya Xweser da zêde bike û petrolê jî bifroşe.
Yek ji wan xalên taybet yê rêkeftinê ew e ku bi agahdariya Rêveberiya Serokê Amerîkayê Donald Trump û hejmarek ji endamên kongires û piştevaniya Washingtonê ye.
Roja 29 meha borî, senatorê Komariyan û kesaytiyê nêzîkî serokê Amerîka, Lindsey Graham ligel Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) General Mazlûm Kobanî axivîye. Mazlûm Kobanî hûrbîniyên lihevkirinê ji Graham ra eşkere kirîye û daxwaz jê kirîye ku ew serokê Amerîka li ser wan hûrbîniyan agahdar bike.
Ev yek roja 30 mehê jî li Kongireya Amerîkayê hat gotûbêjkirin û Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo li pêşiya Komîteya Peywendiyên Derve ya Encûmena Pîran axivî.
Di civîna komîteyê da Senatorê Komariyan Lindsey Graham ji Mike Pompeo pirsî: “Ez duh ligel general Mazlûm Evdê axivîm, diyar e wan lihevkirinek ligel kompaniyayeke Amerîkî îmze kiriye, gelo hûn piştevaniyê li wê gavê dikin?
Pompeo jî diyar kir ku ew piştevaniya wê rêkevtinê dikin û di derbarê rêkeftinê da wiha got: “Ji bo îmzekirina rêkevtinê me hêviya demeke zêdetir dikir, lê rêkeftin niha di qonaxa cîbicîkirinê da ye û dibe ku gelekî baş be.”