Serokomarê Iraqê Berhem Salih îro li Bexdayê pêşwazî li Wezîra Berevaniya Fransa Florence Parly kir. Ofîsa Ragihandina Serokomar jî daxuyaniyek derbarê hevdîtina Berhem Salih û Florence Parly belav kir.
Di daxûyanîyê da tê îyarkirin, ku di wê hevdîtinê da peywendiyên herdu aliyan hatîye gotûbêjkirin di warê serbazî da û tekezî li ser pêşxistina hevkariyê hatîye kirin.
Serokomarê Iraqê ragihand ku Tirkiye bi encamdana operasyonên serbazî serweriya Iraqê binpê dike û tekez kir ku ew operasyon li dijî yasayên navdewletî ne û peywendiyên cîrantiyê têk dibin.
Berhem Salih di hevdîtinê da ji bo rûbirûbûna terorê û rakirina hemû astengên li pêş aştiyê, tekezî li ser hevkarî û hemahengiya navdewletî kirîye.
Li gor daxuyaniyê Berhem Salih ji bo rizgarkirina herêmê ji krîz û aloziyan û pêkanîna seqamgiriyê pesnê rola Fransayê daye.
Di derbarê êriş û operasyonên Tirkiyê yên li nav axa Başûrê Kurdistanê jî Berhem Salih ragihandîye ku Tirkiye bi wan operasyonan serweriya Iraqê binpê dike. Berhem Salih dibêje, „ew operasyon li dijî yasayên navdewletî ne û peywendiya cîrantiyê têk dibin.“
Wezîra Berevaniya Fransa Florence Parly jî di hevdîtinê da piştevaniya xwe ji serwerî û asayişa Iraqê ra dûpat kirîye û ji bo piştevaniya hêzên Iraqî di rûbibûna terorê da amadebûna welatê xwe ragihandîye.