Fermandeyê Navenda li Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) General Kenneth McKenzie di derbarê hêzên Amerîkî yên li Iraqê û Sûriyê da daxuyanîyek da. Di daxuyanîyê da diyar dike ku ew dê hejmara leşkerên xwe yên li wan herdu welatan kêm bikin.
Kenneth McKenzie diyar dîyar dike ku ew dê hejamara leşkerên xwe li Iraqê ji 5 hezar û 200î daxînin 3 hezar û 500 leşkeran.
McKenzie di daxûyanîya xwe da dibêje: “Erka sereke ya leşkerên me li Iraqê di mijara têkoşîna li dijî şaneyên razayî yên DAIŞê da hevkariya hêzên Iraqî û herwiha şopandina kêmkirina bandora Îranê ye li ser wî welatî bike.”
McKenzie di derbarê hêjmara leşkerên wan ên li Surîyê da jî wiha dibêje; „Niha 600 leşkeran me ligel Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) hevkariyê dikin. Lê em ê hêjmara wan jî daxînin 500 leşkeran.“