
Misirê di derbarê operasyonên Tirkiyê yên li ser axa Başûrê Kurdistanê da daxûyanîyek da.
Wezareta Derve ya Misirê di daxûyanîyê da li dijberî operasyônên Tirkîyê nîşan da û operasyon şermezar kir.
Di daxuyaniyê de, operasyonên Tirkiyê yên li ser axa Başûrê Kurdistanê wek binpêkirina berdewamîya serweriya Iraqê û kiryarên dijminkarî tên binavkirin.
Wezareta Derve ya Misirê diyar dike, ku ev rêbaza Tirkiyê daye ber xwe, ewlehî û istiqrara li navçeyê têk dibe.
Wezareta Derve ya Misirê, ji bo hikûmet û gelê Iraqê piştevaniya xwe dîyar dike û li hemû aliyan dixwaze ku ji serweriya Iraqê ra rêzdar bin.
Duhokê, artêşa Tirkiyê bi kûrahiya 30 kîlometran ketîye nav axa Başûrê Kurdistanê.
Sedem operasyonên Tirkiyê bandor li 150 gundên di nav sînorê hersê qezayên Zaxo, Amêdî û Akrê kiriye. Heta niha 25 gundên girêdayî bajarokên Batîfa û Derkarê jî hatine valakirin.