
HRW derbarê êrîşên asmanî yên Tirkiyê yên di nav axa Başûrê Kurdistanê da raporek weşand.
Di raporê da wiha tê gotin: “Di êrîşa 25ê Hezîrana îsal de endamekî Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û sê çekdarên din jî birîndar bûn. Lê di heman êrîşê da 6 kesên sivîl birîndarbûn e, ku ew jî ji navçeya Kune Masî ya Şarbajêr a Herêma Kurdistanê ne.”
Lêkolînvana HRW a warê krîz û milmilaniyan, Belkis Wille radigihîne, ku êrîşên asmanî yên Tirkiyê li ser pêgehên çekdarên opozisyonê li navçeyeke geştyarî ya Herêma Kurdistanê bûne sedema birîndarbûna hejmareke zêdetir a xelkê sivîl.
Belkis Wille dibêje: “Di operasyona Tirkiyê ya li dijî çekdarên opozisyonê li cihekî geştyarî, gelek sivîl birîndar bûn, dibû ku hejmareke zêdetir a sivîlan jî zirarê bibînin Pêwîst e Tirkiye hemû tedbîrên pêwîst ji bo kêmkirina metirsiyan li ser jiyana xelkê sivîl werbigre.”
Welatiyekî Kune Masiyê yê bi navê Salar Mihemed Salih, ku 45 salî ye, ji HRW re ragihandiye ku di êrîşa roja 25ê Hezîranê da, ew di dikana pismamê xwe Keywan Kawa Salih da bûye û dikan jî çend xûlekan ji cihê geştyariyê dûr bûye.
Gor rapora HRWyê di şeş mehên bihorî yên îsal da, bi sedema topbaran û herwiha bombebaranên balafirên şer ên Tirkiyê û Îranê, bi sedan hektar zewî û rezên gundiyên Başûrê Kurdistanê şewitîne û zêdetirî 15 hemwelatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane.
Artêşa Tirkiyê ji 15ê Hezîrana îsal va operasyonên nû li dijî PKKê li nav axa Başûrê Kurdistanê û bi taybet li devera Heftenînê li sînorê parêzgeha Duhokê dest pê kiriye, ku heta niha berdewam e.