
Yek ji dengbêjên navdar û dengxweşên ji Cizîra Botanê, Mesûd Cizîrî ye. Dengê wî li qeraxa Çemê Dîcle yê bi ser lat û zinarên Finikê da bilind dibe.
Ev erdnîgarî gefxwarinên Êzdînşêr û Xelefê Şovî, piştî 175 salan dîsa bi dengê Mesûd Cizîrî yê dawudî bi bîr tîne.
Cizîra paytextê Mîrîtiya Botan, her dem bûye serkariya wêje, çand û hunera Kurdî. Dengên ku ji Cizîra Botan derketine, dengên bilind in û herwiha ew deng bi sedsalan e ku ji koşk û dîwanxaneyên Kurdan kêm nebûne.
Li Cizîra Botan gelek dengbêj û hozanvanên navdar ên Kurd peyda bûne ku nav û dengên wan li her çar parçeyên Kurdistanê belav bûye.
Mihemed Arif, Hesen, Seîd Axayê Cizîrî, Evdilcelîlê Noran, çend nûnerên dawî ne ku dengên Cizîrî ne û niha bi milyonan Kurd li ber tescîlatên wan têhna dilê xwe dişkênin. Yek ji wan dengan jî dengê Mesûd Cizîrî ye ku wî tu carî dest ji yadîgarên bav û kalan berneda ye.
Mesûd Cizîrê li ser rêçika dengbêjên Cizîra Botan berdewam e. Ew di sala 1970an de ji dayik bûye, piştî ku diçe dibistanê dest bi stranbêjîyê dike û dibe dengbêj.
Di wê demê de stranên Kurdî li Bakurê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirkiyê va qedexekirine. Mesûd Cizîrê di derbarê wê demê da wiha dibêje: “Min bi stranên Hesen Cizîrî dest pê kir. Ez di sala 1970 ez hatime dinê, dema ku min dest bi dibistanê kir û stran got Kurdî qedexe bû. Min staranên Tirkî distira; lê dû ra ez vegeriyam Kurdî. Dengê Hesen Cizîrî gelek bandor li ser min kir, loma min di destpêkê da stranên Hesen Cizîrî got. Ez dengbêjekî herêma xwe me û tu carî çavê min lê nîne ku gelek bi nav û deng bim. Ez Cizîrî me û nikarim 2 roj jî ji vê bajarê veqetim.”
Di derbarê hunermendîyê da jî Cizîrî dibêje: “Dengbêj divê mirovek qenc be û rûsipiyê civata xwe be. Ne tenê dengxweşî mirov dike dengbêj, divê dengbêj ji civakê ra ronahî be, kesayetek mînak be, kesên ku tenê dengên wan xweşin nikarin bibin dengbêj. Dengbêjî bareke giran e; mixabin Kurd ji dengbêjan gelek hez dikin; lê qedr û qîmetê nadine wan.”
Mesûd Cizîrî gelek stranên windabûyî yên Cizîra Botan ku hatibûn jibîrkirin, nû kirine û bi xelkê Cizîrê dane naskirin.