
Li Tirkîyê 101 kesên ku xwe wek “Rûsipî” binav dikin, bi belavokek bang li ciwanan dikin û dibêjin: “Welatê me heta îro tarîkiyeke wiha, neheqî, bêhiqûqî, bêedaletî, rizîbûna tevna civakî, li cîhanê bitenê bûn û bêîtîbariyeke wiha bixwe ve nedîtiye.”
Di belavokê de tê gotin: “Em hemû di bin gefê de ne. Bila tu kes nefikire, ku kes destê xwe nade min, karê min pê nîne, em hemû di bin gefê de ne. Em ku bi zor û zehmetiyên aborîyê, bo debar û karê xwe dixebitin, her pêngaveke desthilat diavêje me hinekî din bijehr dike, civakê tîne rewşekê nikaribe nefesê bide. Pêkanînên yasayî ku em wiha fam dikin bandorê li me nakin, ne tenê azadiya me lê gefê li debar û karê me jî dike.
Em ku ji beşên cuda, paşerojên cuda û siyasetên cuda tên; em rûsipiyên ku salên dûr û dirêj li pey xwe hiştine, li hemû mirovên welatê xwe bi taybetî ciwanan bang dikin ku hêviya me ne.“
Ser Spî ji ciwanan dixwazin, ku ew guhê xwe bidin van gotinên wan: “Armanca banga me ne ew e aqil bidin we, lê dikarin wek naveroka ezmûna bi salan qebûl bikin ku me nikariye welatekî ku hûn heq dikin ji we re bicîh bihêlin. Lê me qet hêviya xwe qut nekiriye. Em wek doh îro jî ku li beramber birina welat ber bi keviya kendal, dizîna siberoja ciwanên me, hejarkirina gel, talankirina çavkaniyan, jinavbirina xwezayê, ev jiyana li ser jin, gelan û ciwanan tê ferz kirin, serî hildidin, hêviya xwe bi we ve girêdidin.
Parçebûn, neyartî û eniyên sexteyên ku li ser we tên ferzkirin, bidin alîkî û bibin yek, dengê xwe bilind bikin. Dema wê ye em xwedî li azadiyên xwe, nan û debara xwe, şêwazê jiyana xwe derkevin û daxwaza mafên xwe bikin. Ronakiya siberojê di destê we da ye. Û em rûsipî dixwazin li vê jiyanê ronahiyê bibînin.”
Navên rûsipîyên ku ev belavok îmze kirine jî ev in:
Abdullah Nefes, Abdulbaki Erdogmuş, Ahmet Aykaç, Ahmet İnsel, Ahmet Telli, Ahmet Turk, Ali Bayramoglu, Ali Sirmen, Altan Oymen, Arif Keskiner, Atilla Dorsay, Aydin Cingi, Aydin Engin, Ayşe Erzan, Ayşenur Arslan, Baskin Oran, Binnaz Toprak, Bulent Ortaçgil, Canan Arin, Celal Dogan, Cem Toker, Cengiz Aktar, Cengiz Çandar, Cihangir İslam, Coşkun Ozdemir, Dogan Bermek, Ercan Karakaş, Erdogan Aydin, Ersin Kalaycioglu, Ersin Salman, Ertugrul Gunay, Ertugrul Yalçinbayir, Eşber Yagmurdereli, Fatma Gok, Fatmagul Berktay, Fehmi Koru, Fikri Saglar, Filiz Ali, Genco Erkal, Gençay Gursoy, Gokhan Akçura, Gurel Tuzun, Hacer Ansal, Halil Ergun, Hasan Cemal, Hayri İnonu, Herkul Milas, İbrahim Betil, İbrahim Sinemillioglu, İlhan Tekeli, Kazim Guleçyuz, Korkut Boratav, Marta Kalyoncu, Mehmet Hayri Kirbaşoglu, Melek Ulagay, Meral Tamer, Meryem Koray, Moris Gabbay, Murat Belge, Murat Karayalçin, Mujde Ar, Nadire Mater, Nazar Buyum, Necmiye Alpay, Nesrin Nas, Nesteren Davutoglu, Nurettin Sozen, Orhan Pamuk, Orhan Silier, Osman Ulagay, Oya Baydar, Oget Oktem Tanor, Omer Madra, Peral Bayaz, Rakel Dink, Reşit Canbeyli, Riza Turmen, Selçuk Erez, Serra Yilmaz, Suleyman Coşkun, Suleyman Çelebi, Şahin Tekuunduz, Şanar Yurdatapan, Şebnem Korur Fincanci, Şevket Pamuk, Şukran Soner, Şukru Aslan, Tarhan Erdem, Tarik Ziya Ekinci, Tugrul Eryilmaz, Turhan Gunay, Tulin Dursun, Umit Aktaş, Ustun Erguder, Vecdi Sayar, Veysi Dundar, Yaşar Okuyan, Yucel Erten, Zeynep Oral, Ziya Halis, Zulfu Livaneli.