
Wezareta Derve ya Amerîkayê di derbarê êriş û topbarana ji alî Tirkîyê Îranê va li navçeyên Herêma Kurdistanê tê kirin daxûyanîyek da.
Wezareta Derve ya Amerîkayê di derbarê êriş û topbarana ji alî Tirkîyê Îranê va li navçeyên Herêma Kurdistanê tê kirin daxûyanîyek da.
Di daxûyanîyê da tê gotin, ku Îran rêz li serweriya Iraqê bigire û dawî li destwerdanên xwe di karûbarên navxwe yê Iraqê da bîne û xwe ji her kiryarekê ku bibe sedema têkçûna istiqrara li Iraqê dûr bigre.”
Derbarê êrîşên esmanî û bejayî yên Tirkiyê yên li nav axa Başûrê Kurdistanê, ku ji 15ê Hezîranê ve destpê kiriye û heta niha didome, Wezareta Derve ya Amerîkayê tekezî li ser helwêsta xwe ya berê dike û helwesta xwe di daxûyanîyê da wiha tîne ziman: “Pêwîst e, hersê hikûmet, Tirkiye, Iraq û Herêma Kurdistanê bi hev re di vî warî de hevaheng bin.”
Parlamenterên Iraqê jî wê leşkerkêşiya Tirkiyê ya di nav xaka Herêma Kurdistanê da dike, bi binpêkirina serweriya xaka Iraqê binav dikin û dibêjin, divê Iraq li Netewên Yekbûyî û Encûmena Asayişê gilî li dijî Tirkiyê tomar bike.