
Wezîrê Derva yê Almanyayê Heiko Maas radigihîne, ku ew êdî çekan nafroşin Tirkiyê.
Gor rojnameya General Anzeigerê Heiko Maas gotîye ku Tirkiye êdî nikare çekan ji Almanyayê bidest bixe.
Maas di derbarê vê yekê da wiha dibêje; “Me bi awayekî nerênî bersiva çendîn daxwazên Enqerê bo hawirdekirina çekan daye. Lê tenê em berhemên ku hêzên deryayî bikar tînin didin. Tişta ku Tirkiye di şerê Sûriyê de dike bo me nayê qebûlkirin.
Maas di derbarê Lîbyayê da jî wiha dibêje; “Me wek Almanya, Fransa û Îtalyayê di qonaxa yekem da lihev kiriye dorpêçên Yekîtiya Ewropayê bixin ser wan kompanyayan ku bi fermana dewletên sêyem çekan dişînin Lîbyayê. Eger ti encamek ji vê dernekeve, divê em amade bin dorpêçê bixin ser wan dewletan jî ku ambargoya çekan binpê dikin.”