
Ji bo rêgirtina li meşa HDPê deriyên çûyîna û hatina 9 parêzgehan hatin girtin.
Roja 4ê Hezîranê, Parlamenterên HDPê Leyla Guven û Mûsa Farisogullari bi dengên parlamenterên AKPê û MHPê ji parlamentoyê hatibûn dûrxistin û binçavkirin. Sedem wê yekê HDP bi armanca pêşandana nerazîbûnê biryara meşa seranserî dabû, ku Colemêrga Bakurê Kurdistanê û ji bajarê Edirneya Tirkiyê, bi du qolî ber bi Enqereyê dest bi meşê bikin.
Hikûmeta Tirkiyê jî li dijî HDPê, deriyên sînorê çûn û hatinê û qedexeya çalakiyên wek xwepêşandan, meş, daxuyaniyên çapemeniyê, kombûn, vedana çadir û standan li 4 parêzgehên Bakurê Kurdistanê, Wan, Colemêrg, Bedlîs û Şirnexê û 5 parêzgehên li rojavayê Tirkîyê, Kirklarelî, Edîrne, Kocaelî, Sakarya û Tekirdagê ragihand, ku astengê li ber meşa HDPê derbixwe pêş.
Gor daxûyanîya parêzgehan qedexeya çûyîn hatinê li bajarê Kocaelî û Şirnexê qedexe ji bo 15 rojan, li bajarên din jî ji bo 3 rojan didome.
Di daxûyanîya fermî da, sedema rêgirtinê jî bi parastina asayîşa navçeyan û parastina tendirûstiya giştî va hatiye girêdan.