
Serokomarê Frensayê Emmanuel Macron bi Serokomarê Tunusê Keys Seîd ra hevdîtinek pêk anî. Piştî hevdîtinê Emmanuel Macron û Keys Seîd civîneke ji bo çapemeniyê hevbeş saz kirin. Macron di civînê da ragihand, ku Tirkiyê li Lîbya lîstikeke xerab dilîze.
Macron di axaftina xwe da wuha dibêje; „Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, sozên xwe yên ku di Konferansa Berlînê de dabû binpê kir. Çek û çekdar şandin Lîbyayê û şerê navxweyî li wî welatî gurtir kir. Divê Erdogan destê xwe ji Lîbya bikişîne.“
Macron têkez dike, ku wî ev nêrînên xwe yên di derbarê destêwerdana Tirkiyê ya li Lîbyayê da bi Serokê Amerîkayê Donald Trump ra jî parve kiriye.
Herwiha Macron bûyera di navbera hêzên deryayî yên Tirkiye û Fransayê da jî weke mirina mejî ya NATOyê binav kir.