
Wateya kongreya neteweyî, ji bo yekdengî, yekrêzî û rizgarîya milletê Kurd e.
Kongreya neteweyî ne bi partîyan tenê tê avakirin. Qasî partîyan temsîlîyeta ew kesên di her xalên civakêda, pêşengîtîya milletê xwe dikin jî pêwîst e. Wek mînak ji ҫend xalê cîvakê, partî û rêxistinên sivîl, karsaz û karker, nivîskar û hûnermend, şêx û melle, serokeşîr hwd. Kongreya neteweyî ancax bi temsîlîyetek berfireh tê avakirin.
Îro ji bo milletê Kurd tiştê herî mûhîm ew e ku, divê Kurd li her parçeyî di nav xweda yekîtî û yekrêzî yê ava bikin. Ji ber ku Kurdistan di nav çar dewletên dagirker da hatîye dabeşkirin û ҫar parçe ye.
Li ser her parçekî Kurdistanê, dema ku Kurd li ser xalen neteweyî û bê şert û bê merc bibin yek, wê gavê dikarin li seranserê Kurdistanê jî bibin yek û kongreya neteweyî ava bikin. Bi wî awayî bi desthilatîya nûnerîn paye bilind, li seranserî Kurdistanê dikarin bibin xwedî bandor.
Îro hemû milletên xwedî dewlet, li ser çar xalên neteweyî yekdeng in. Ew ҫar xal hîmê neteweyî û bingeha milletbûnê ye.
Ji wan yek ax, ziman, al, yek jî hiş û hişmendîya neteweyî ye. Ji van xalan yek jî kêm be û neyê parastin tu car yekîtî jî çê nabê, kongreya neteweyî jî ava nabe.
Bi rastî Kongreya Neteweyî, ji bo Kurdan pêwîstîyek girîng e.
Ji ber ku Kurdistan di bin bandora dewletên dagirker da ye û ҫar parҫe ye. Her parҫekî Kurdistanê di warê civakî û sîyasetê da ji hev cuda ye. Ji sedeman yek parçebûna Kuridtanê be, yek jî cudabûna dewletên dagirker û rêjimên wan e.
Başûrê Kurdistanê, îro xwedî erkê nîvdewletî ye. Hemû alîyên Kurd di parlamentoya Kurdistanê da tên temsîlkirin. Ji alî Serok, serokwezîr û hukumtê va tê birêvebirin.
Yekîtîya Başûrê kurdistanê di parlamentoyê da bi awayekî pêk tê. Kêmasî hebin jî hevgirtin û yekrêzîya wan he ye.
Bi navê rêvebirîya herêmê kara dîplomasîyê tê kirin. Li Hewlêrê bi dehan konsolosên dewletan û koalisyona ji 64 dewletan pêk tê, mewcûd e. Di nav yekîtîya neteweyî da jî bi navê Kurdistan a federl tê qebûl kirin.
2-Li Rojavayê Kurdistanê her ҫiqas xwedî sîstema parlamento û serokatîyê nebe jî, rêveberîyek wan jî he ye. Mîna Başûr parlamentoyek neteweyî tunebe jî, li Rojava jî destkeftîyên gelek baş bi hatine bi dest xistin. Li Rojava jî ji bo yekitîyê bawerîyek he ye. Îro li Rojavayê Kurdiatanê jî, partî û rêxistin, ji bo yekîtîyê nêzîkî hev dibin û kar û xebatê dikin.
3-Li Rojhilata Kurdistanê, ne di nav partîyan yekitîyek, ne jî rêvebirîyek he ye. Herêm bi her awayî jo alî rejîma dagirker va tê îdare kirin.
4- Li Bakurê Kurdistanê jî, di navbera partiyê Kurd da ne yekîtî ne jî yekrêzî he ye. Her çiqas hinek partî û komel werin ba hev û bi hev ra bixebitin jî, tevgeriyek neteweyî nehatiye avakirin. Hemû partîyên Bakur bi piranî ideolojîk di bin tesîra îdeolojîyan da ne. Di derbarê yekîtiyê zêde qise û niqaş dikin. Lê di xebat û tevgera xwe da navê partîyên xwe derdixin pêş, gavek paşda navêjin. Bi sedemên tiştên piçûk ji hev diqetin û bi tiştên erzan û bi nezantî hevdû sûcdar dikin. Jiber ku ji fikriyata neteweyîyê dûr in. Piranîya rêvebirên partîyan zimanê xwe nizanin û bikar naynin.
Li cîhanê ҫewa dewletên neteweyî bi destên partîyan nehatine avakirin, li Kurdistanê jî bi partîyan tenê doza serwerî û serxwebûnê ser nakeve.
Divê ji nav milletê kurd, kesên pêşverû û xwedî bandor hewl bidin bi reng û dengê xwe di nav tekoşîna gelê xwe da cîh bigrin.
Heger kongreya neteweyî bi partîya bahata avakirin, KNK di sala 1999 de hate damezrandin, îro jî jibo kongreyê hewce ya xebatê nedibû.
Ji ҫar perҫên Kurdistanê bi dehan Partî û rexistin têda cîh digrin, lê ew partî û rêxistinên di nav KNKê da tenê daxwaza demokrasi û biratîya gelan dikin.
Halbîkî kongreya nteweyî ya jibo avakirina dewletek netew, ya jî dewlet hebe, jibo rêvebirîyek netew pêwîst e. Armanc ji bo Kurdistanek serbixwe nebe, wateya kongra neteweyî jî nabe û xebata jibo avakirina wî jî bê feyde û pûҫ û vala ye.
Gava ku yekîtîya Kurdan di nav her parçekî Kurdîstanê de ҫêbe, barê hemûyan sivik, yê dagirkerên wan jî sedî sed giran dibe.
Îro ji bo milletê Kurd xebata herî mûhîm ew e ku, divê berê li her parçeyên Kurdistanê yekîtî û yekrêzî were ava kirin, li pêşîya avakirina kongreya neteweyî tu astengîyek namîne.
13.06.2020