
Li paytexta Tirkiyê, xortekî Kurd ê 20 salî ji alî nijadperestên Tirk va hat kuştin.
Tê ragihandin, ku xortê Kurd Bariş Çakan di parkeka bajêr da li muzîka Kurdî guhdarî kiriye, ji ber wê yekê ji aliyê çend kesan va û bi derbên kêran hatiye kuştin.
Bariş Çakan ji bajarokê Patnosê ya ser bi parêzgeha Agrîyê ye. Li taxa Alsanccak a bajarokê Etimesgut a Enqerê bi malabata xwe ra dijîyaye.
Bariş Çakan şeva bihorî bi çende hevalên xwe ra tere parka bajêr û li wir li mûzîka Kurdî guhdarî dike. Saet di 22:30an da çend kes êrîşî wî dikin û ew bi derbên kêran tê kuştin.
Gor agahîyên ku hevalên wî didin, yên ku êrişî Bariş kirine, 3 kesên ji bajarên Yozgat, Kirkkale û Tokatê ne.
Dogan Çakan, ku pismamê Barişe, dibêje, sedem guhdarîkirina muzîkên Kurdî êriş li wan hatîye kirin û di demên borî da jî rûbirû êrişek bi vî rengî bûne…