Siyasetmedarê Alman Norbert Blum, di temenê xwe yê 84 salî de koça dawî kir.
Norbert Blum, sîyasetvanek ji siyasetmedarên Alman û dostêkî Gelê Kurd bû. Blum di her çar kabîneyên di bin serokwezîrîya Helmut Kohl da hatibû avakirin da, wek Wezîrê Kar û Civakê cîh girtibû. Blum, herdaîm daxwaza çareserkirina pirsa Kurd dikir jibo vê yekê dixebitî.
Piştî raperîna sala 1991an a xelkê Başûrê Kurdistanê û koçberîya wan a bi milyonan, Norbert Blum serdana sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê kiribû, ku rewşa Kurd têda ne, bi çavê serê bibîne. Piştî vegera xwe ya ji ser sînor, di hevpeyvîneka xwe ya li gel televîzyoneke Almanyayê wiha gotibû:
“Nabe Kurd li cîhanê bên belavkirin. Eger ev bê kirin, armanca Sedam Husên ya jibo jinavbirina Kurdan pêk tê. Divê Kurd vegerin ser axa xwe. Jibo vê yekê jî divê Netewên Yekgirtî wan biparêze û pêwîstîya navçeya aram pêk bîne.”