Weqfa Bertelsmann a Almanî (BTI), rêzbenda nû ya jibo welatên demokratîk a sala 2020an belav kir. Li gor rêzbendê êdî Tirkiye wek welatekî demokratîk nayê binavkirin.
Li gor lêkolîna Weqfa Bertelsmann, ji 137 welatan Tirkiye di rêzbenda 77emîn welatên cîhanê de ye û ji rêzbenda welatên ku bi demokrasîyê tên îdarekirin, hatiye derxistin.
Herwiha hatiye tekezkirin ku ew dûrketina bilez a Tirkiyê di warê demokrasiyê da piştî sererastkirina destûra Tirkiyê ya di sala 2017 û destpêkirina qonaxa nû ya sîstema serokatiyê ya Tirkiyê da bûye. Wek tê zanîn ku Tirkîye di referandûma 2018an da bi rêjeya ji sedî 51.3 ji sîstema parlamentoyê ber bi sîstema serokatiyê hatibû guhertin.
Li gor lêkolînê, Tirkiye ji ber cîbicîhkirina otokrasiya eşkere, hemû desthilat di bin destê kesekî de hatine komkirin.
Parlamento felc bûye, bêhna opozisyonê hatiye çikandin.
Civak hatiye serkutkirin û dîktatoriyeke defakto rû daye.
Ev lêkolîn ji alî Weqfa Bertelsmann da, di du salan carek tê kirin û rewşa welatan di warê demokrasiya navxwe, têkilîyên wan ên derva û rêvebirina saziyan da tê nirxandin.
Di heman xebata weqfê da rêzbenda Tirkîyê wiha cîh digre.
2010: 54
2012: 57
2014: 63
2016: 70
2018: 73
2020: 77