
Hevpeymaniya Navdewletî di çarçova tedbîrên rêlibergirtina belavbûna vîrusa koronayê, li Heseke û Şedadê bi nirxê 1.2 milyon dolarî pêdawîstî dabîn kirin.
Ji alî berpirsê Hevpeymanîyê daxuyanîyek hatiye belavkirin û tê da tê gotin, COVID-19 bûye sedem ku çavkaniyên bijîşkî li seranserê cîhanê kêm bibin. Armanca vê piştgiriyê ew e ku amûrên pêwîst bigihêjin HSDê da ku nehêle vîrus zêdetir li nav gelheya bêçare belav bibe.
Cîgirê Birêveberê Têkiliyên Sivîl ê Hevpeymaniya leşkerî ya navdewletî ya dijî DAIŞê Kolonel Brian Henderson dibêje, „Di vê deme de ku hevbeşên me seqamgiriya li herêmê pêk tînin, hevpeymanî dê piştgiriya xwe ji bo xebatên wan berdewam bike.
Ev hevbeşiya berdewam, ji çarçoveya pandemîk berfirehtir e û ji bo peywira HSDê ya pêkanîna ewlekarî û seqamgiriyê li bakurê rojhilatê Sûriyeyê jî giring e.”
Alîkarî ji alavên xwepararstinê yên şexsî yên wek lepikên lateks û mask û herwiha amûrên nişteriyê, defibrilator, oksîjenpîv (alavên oksîenê dipîve) pêk tên û ji bo nexweşxane û tesîsên desteserkirinê yên li seranserê herêma Hesekê û Şedadêyê re hatine dabînkirin.
Hevpeymaniya Navdewletî amaje bi wê dike, li çend tesîsên desteserkirinê yên li bakurê rojhilatê Sûriyeyê ku nêzîkî 10 hezar milîtanên DAIŞê li wan tên girtin, HSD bi temamî berpirsyara operasyonên rojane ye.
Herwiha di daxûyanîyê da tê gotin, parastina tenduristî û ewlehiya kesên desteserkirî tiştekî bingehîn e ji bo ku rê li ber tundûtûjî û hewlên revê were girtin.