Guftûgo û danûstendinên raspardiyê ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê Mistefa Kazimî li gel aliyên siyasî berdewam in. Biryar e îro şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê bi Mistefa Kazimî re bicive.
Berpirsê Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê, Faris Îsa radigihîne, ku di hevdîtina şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Mistefa Kazimî de, dê behsa rêkeftina di derbarê petrolê de bihê kirin. Herwiha ew dê tekez bikin, ku Hewlêr amade ye hemû pirsgirêkên li gel Bexadyê di çarçoveya Destûrê Iraqê de çareser bike.
Berpirsê Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê amaje bi wê yekê jî kir, ku Mistefa Kazimî ji bo pêkanîna hikûmetê di peywendiyên berdewam da ye û wî çend caran peywendî bi Wezîrê Darayî û Cîgirê Serokwezîrê Iraqê Fuad Husên re danîye û li gel wî civiyaye.
Faris Îsa destnîşan dike, ku ew dixwazin hersê wezîrên Kurd ên li Bexdayê li ser postên xwe bimînin û di kabîneya nû ya Iraqê da divê pêgeh û pişka Herêma Kurdistanê parastî bimîne.