Şanderê Amerîkayê yê bo karûbarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, William Robak, di çarçoveya destpêşxeriya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî da, ligel serkirdeyên 8 partiyên Rojavayê Kurdistanê civiya.
T“e gotın ku, di civînê da rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê û bi taybet hewlên nêzîkkirina aliyên Rojavayê Kurdistanê hatine gotûbêjkirin.
Şanda Hevbendiyê helwesta xwe ya erênî ji bo girîngiya yekrêziya aliyên Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê nîşan daye.
Aliyê Amerîkî ji şanda Hevpeymaniyê ra diyar kiriye, ku danûstandinên ligel PYD û ENKS ji bo diyalogê û lihevkirinê pêngavên baş û li pêş avêtine.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî dı derbarê civînê da daxuyaniyek nivîskî belav kiriye û tê da wuha tê gotin: “Di çarçoveya destpêşxeriya yekrêziya aliyên Kurd da, Şanderê Amerîkayê yê li Sûriyê William Robak û alîkara wî Emily Brandt, li gel serkirdeyên pênc partiyên siyasî yên Kurdî yên Rojava civiyan. Di civînê da ji bo gotûbêjkirina hewlên ku tên û herwiha çawaniya dewlemendkirina destpêşxeriyê û serxistina wê nîşan dan. Biryarek jî ew e, ku nûnerên Wezareta Derve ya Amerîkayê di pêşerojê da jî wê civîn û hevdîtinên li gel serkirdeyên partiyên siyasî yên Kurd bidomînin.”