
Piştî şerê cîhanê yê duyemîn li seranserî cîhanê û li Tirkiyê tevgerên ҫepgir bûn xwedî hêz.
Li Tirkiyê jî tevgerên bi navên ҫep û olî yên nû derketin. Ew partiyên bi ideolojiya ҫepgir û olî hatibûn damezrandin, di xizmeta rejîma kemalist da bûn. Di nav van tevgerenda Kurdan jî cîh digirtin. Ew jî projeyek ji projeyên ji dewleta Kemalîsta bû.
Ew tevgerên bi navê ol û ҫepgiran, her ҫiqas nav û gotinê wan ji hev cûdaba jî, ji ali rejîma kemalist hatibûn damezrandin. Ji bo yekîtiya Tirkiyê û pêşveҫûyîna Tirkiyê dixebitîn. Kurdên bi wan ra tevdigerîyan, ji neteweya xwe bê xeber, bi dil û can mil bi mil bi wan tevgerê Tirkiyê ra dixebitîn.
Bi navê aşîtî û biratiya gelan, Kurd jî ketibûn nav şoreşgerên Tirk. Bi siloganên, “bijî sosyalizm, bimre kapitalizm û feodalizm” digotin û doza şoreşgerîya Tirkîyê dikirin.
Ji ziman, ҫand û dîroka Kurdan dûr, daw û doza şoreşgerî û parastina dewletên sosyalîst dikirin. Ji bo şoreşa milletê dagirker bi sedan zarokên Kurda kirin qûrban.
Kurd di destpêka salên 1970yî da cûda cûda ji tewger û partiyên Tirkan qetiyan. Bi navên sosyalîstî û demoqratî, ji ҫep partîyên îlegal damezrandin. Li ser navê Kurdan siyaset kirin. Mixabin, ҫepgir û înternasyolist, an jî dîncî û Ometҫî, lê bi tenê navê wan Kurd bûn. Ji alî ziman û tevgeriya siyasî, ji îro jî xirabtir bûn. Zimanê Kurdî bi kar nedianîn. Sosyalist û olperestan ji serhildan û komkojîyên li serê Kurdan qewimîbûn, qet ders negirtibûn. Ji dîrok û pirsgirêkên neteweyî bê hayîdar ketibûn nav şer. Li kolanan bi ҫepên Tirkanra, xwedêgiravî li dijî Faşizmê şer dikirin.
Faşizm dewleta Kemalist bi xwe bû, mixabin, ew jî ji bo wan ne xeter bû.. Hîmê partiyên Kurdistan a bakûr bi giranî bi zimanê Tirkî û bi ideolojiyên ҫepgir hatibûn damezrandin. Ҫil sal derbas bû hê jî di nav rêveberiya wan partiyan da, zimanê zikmakî xwe nayê bikaranîn.
Ometҫiyên kurd jî hê teq û req li pê, Fars, Ereb û Tirka teqla davêjin. Ҫil sal berê dema partiyên li ser navên Kurda, li Bakurê Kurdistanê hatin damezrandinê malxirabîyê destpêkiri bû..
Ew bêyomiya ҫil sal berê, hejî bela serê kurda ye.
Bêgûman, divê ҫepgir û olperestên Kurdan jî hebin. Dema ku bi serê xwe, bi zamanê xwe, bi kultûra xwe, bi helwest û tevgera Kurdî bin, wê gavê bêguman ewê di nav miletê Kurd da, zêde bi qîmet û bi rûmet bin.
Partiyên li ser navên Kurd a sîyasetê dikin, divê li ser ҫar esasên neteweyî bê minet bin. Ew jî ziman, al, niştiman û netewa Kurd e. Mixabin Kurdên bakûr hê jî ji van ҫar esasê neteweyî dûrin.
Hîmê malxirabîyê ҫil sal berê, bi Behice Boran û bi Deniz û Mahîr û hevalên wanra li ser esasê Kemalizmê hate avêtin.
Ew hîmê bêyom hejî li Kurdastan a bakûr bi du şiklî berdewam e. Yanê heta ew şagirtên Boran, Deniz û Mahîr hebin Kurdên bakûr ji malxirabîyê xilas nabin.
Heta ku, ew serokên bi navê xwe Kurd û bi kirinên xwe Tirk bibejin; “em layîqî Nazim Hikmet nebûn. Em şopgerên riya Mahir û hevalê wî nin” li ser xeta neteweyî pêşketin jî ҫê nabe.
Siyaset jî hê li ser wan esasan didome. Navê wan cûda bin jî tevgerî û gotinên wan wekhev in.
06.02.2020