
Karsazê Kurd ê ji Bakurê Kurdistanê, Faysal Taşkiran şerabekê bi markaya “Kurdistan” hilberandîye û berî du heftiyan ketîye bazarê.
Faysal Taşkiran ku xelkê Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ye û zêdetirî 33 salan e li Fransayê dijî, niha dest bi berhemanîna şerabeke taybet kiriye û navê wê şerabê kiriye, Kurdistan.
Zêdetirî du heftiyan e, ku wî karsazê Kurd şerabana bi markeya Kurdistanê xistiye bazarê.
Taşkiran, “şerab bi Kurdî xweş e”, ji xwe re kiriye dirûşm û dixwaze Şeraba Kurdistanê bi hemû cîhanê bide naskirin.
Derbarê navlêkirina şerabê da Faysal Taşkiran wuha dibêje: “ Min rismek dît, rismê gûşiya Tirî, wê di serê min de fikrek çê kir, normal wek (nexşeya) Kurdistanê ye, bêyî ku kesek bizanibe, gûşiya Tirî wek nexşeya Kurdistanê ye. Paşê min got ew wek Kurdistanê ye, çima navê Kurdistanê nebe. Em dikarin şerabekê çê bikin. Min jî got em dikarin vî karî bikin û karekî pir hêja ye. Min got bila Kurdistan têkeve mala her kesî.
Proje, ev destpêk e. Vê gavê min 5 hezar sifariş daye, min etîket stendiye û hazir e. Rezerva min jî heye, heta 20 hezarî, me bi devkî li hev kiriye, heta ez nebêjim na, nikarin bifirşin wan 20 hezar şeraban. Jixwe kapasîteya wan jî 100 hezar e û ji wê zêdetir nikarin çê bikin, yanî heta 20 hezarî ez dê bikaribim çê bikim û tenê li vê nesekinim helbet.”
Bazirganê Kurd, Faysal Taşkiran dixwaze bi şeraba Kurdistanê maseya hemû merasiman bixemilîne û eger bikare projeya xwe berfireh bike, dê li şûna tiriyên Fransa, bi tiriyên rezên Kurdistanê şerabên xwe hilberîne.