
Nêçîrvan Barzanî sedem 32mîn salvegera kîmyabarana Helebceyê peyamek belav kir. Barzanî di peyama xwe da dibêje; “Îro tevahiya cîhanê di xema jinavbirina vîrusa Koronayê de ne, ku ev ji bo ser tevahiya mirovahiyê gefeke metirîdar e. Bi heman awayî jî divê karkirina ji bo jinavbirina çekên komkuj û teknolojiya mirinê xema hemû cîhanê be, ew jî ji bo parastina jiyan, jîngeh û şaristaniya mirovahiyê ye. Îro 32 sal di ser karesata kîmyabarankirina Helebceya Şehîd ra derbas dibe, ku ji aliyê rejîma berê ya Iraqê va hatibû encamdan. Di wê bombebaranê da pênc hezar hemwelatiyên bêtawan şehîd ketin û bi hezaran kes birîndar û bi hezaran malbat jî koçber bûn. Heta niha jî bandora wê pêkhatina metirsîdar li ser rewşa tendirustî û derûniya xelk û jîngeha navçeyê her berdewame”.
Serokê Herêma Kurdistanê rexne li helwesta hikûmeta Iraqê ya li hember Helebceyê digire û dibêje: “Mixabin heta niha Hikûmeta Iraqa Federal, ti pêngaveke kirdarî ji bo qerebûkirina maddî û manewî ya nîştecihan, jîngeha wêrankirî û pîskiriya Parêzgeha Helebceyê û ti devereke din a Kurdistanê, wek qurbaniyên destê dewleta Iraqê, neavêtiye. Em ji hukumeta Iraqê daxwazin ku berpirsyariyeke yasayî û exlaqî da erkê xwe pêk bîne.
Şehîdên Helebce û hemû qurbaniyên gelê me herdem li bîra me da ne û di wîcdana Kurdistaniyan da zîndîne. Di demek da bi rêz û rûmetê ve bîranîna şehîdan dikîn, bi hêviyê ve jî li paşarojê dinêrîn.”