
Serokwezîrê Nemsayê Sebastian Kurz di derbarê mijara koçberan da helwesta Tirkiyê rexne dike û dibêje; „Tirkiye bi sozên vala dane koçberan û wan hemûyan dişîne bo ser sînorê Yunanê. Ew koçberan wek çekeke zextan li dijberî Yekîtiya Ewropayê bikar tîne.”
Kurz di civîneke rojnamevanî da herwiha radigihîne, ku ew tişta niha li ser sînorê Yekîtiya Ewropayê ligel Tirkiyê rû dide, ji Ewropayê ezmûnek e, ku ew dikare sînorê xwe biparêze yan na.
Di heman demê da ji bo parastina sînoran jî amadebûna welatê xwe ji bo piştevanîya Yewnanê nîşan dide.