
Efrîn, bajarek ji bajarê Rojava yê Kurdistanê ye.
Bajarê Efrînê di dîrokê de gelek caran ji alîyê hêzên desthilatdar hatîye dagirkirin.
Berî Artêşa Tirk û Ҫeteyên girêdayî wê têkevin Efrînê û dagir bikin, li Rojava yê Kurdistanê, bajarê herî ewle û aram, Efrîn bû.
Lê piştî dagirkirina Efrînê, rewşa bajar ji kokê va hate xirab kirin û gûhartin.
Piştra Kurd ji Efrînê koçber bûn.
Artêşa Tirk û Ҫeteyên girêdayî wê bajêr talankirin.
Di bajarê wêrankirî da, kuştin û kaos dest pê kir.
Îro jî bi destê Artêşa Tirk û Ҫeteyên girêdayî wê rewşa bajêr ji her alî da hate guhertin. Kurd tên revandin û kiryarên nediyar û destdirêjî, li ser gundê Kurdan tên kirin.
Bi rengê Kurdîyatîyê her tişt hatîye qedexekirin. Li hemû sazîyan da, li şûna tabelayên Kurdî tabeleyên bi Tirkî hatine daliqandin. Zimanê perwerdeyî yê jî bûye Tirkî û Erebî.
Berhemên dîrokî tên dizîn û baxçeyên zeytûnan tên talan kirin.
Tirk û ceteyên wan, heta roja îro nêzikî 1000 Kurd revandine û aqûbeta wan nedîyare.
Heta roja îro bi hezaran Kurd girtine, îşkence kirine û bi sedan kes kuştine.
Qasî 200 hezar darê Zeytûnê şewitandine.
Qasî 11 de hezar hektar zevî xirab kirine.
Kurdên ku li Efrînê mane, ji wan qasî 300 hezar kesî bi destê zorê koҫber kirin e û di şûna wan da 400 hezar malbatê ҫeteyên girêdayî dewleta Tirk bi cîh kirin e.
Bi vî avayî demografî ya Efrîne bi tevayî hatîye guhartin.
Di ser dagirkerina Efrînê du sal derbas bû.
Mixabin ji alîyê Kurdan va dengekî bilind dernakeve.
Efrîn bajarê kê bû.
Miletê li Efrînê dijîyan, kî bûn.
Herҫiqas miletekî bêxwedî be jî, ew Kurd bûn.
Efrîn jî îro bêxwedî û belengaz mayê, di bin destê ҫeteyên olî û hov da.
Mirov bi bo bêdengîya Kurdan va matmayî dimîne.
Hêz û partî yên Kurd, li ser medya ya sosyal belavokan diweşînin.
D derbarê kongreya neteweyî da hevdû sûҫdar dikin.
Bi pirgirêkên neteweperwerî, an jî bi tirsonektîyê hevdu tavanbar dikin.
Lê li dijî zilm û dagirkerîya Tirkan gotinek nakin.
Bêdengîya Kurdan, qûwetê dide dewleta dagiker.
Kerkûk dilê Kurdistanê be, Efrîn jî kezeba Kurdistanê ye.
Gelê Kurd Efrînê ji bîr nekin.
19.03.2020