
Serokê PDK Mesûd Barzanî bi sedema salvegera Peymana 11ê Adarê peyamek belav kir. Barzanî di peyamê da dibêje, peymana 11ê Adarê serkeftina îradeya gelê Kurdistanê bû.
50 sal berê îro Peymana Dîrokî ya 11ê Adarê di navbera Kurdistanê û hikûmeta berê ya Beis a Îraqê de hate îmzekirin.
Barzanî jî îro bi helkefta salvegera peymana dîrokî ya 11ê Adara sala 1970 peyamek li twitterê belav kir û di peyamê da diyar dike ku hikûmeta Iraqê yekemîn car mafê gelê Kurd bi fermî nas kir.
Mesûd Barzanî di peyama xwe da wiha dibêje: “Pêncih sal di ser Peymana 11ê Adarê derbas bû. Peymana 11ê Adarê serkeftina îradeya gelê Kurdistanê bû. Berxwedan û qurbanîdana Pêşmerge û xelk, rejîm neçar kir yekemîn car mafên gelê me bi fermî nas kir.“