Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Mark Esper di civîneke rojnamevanî da ragihand, ku ew li Îdlibê alîkariya asmanî pêşkeşî Tirkiyê nakin.
Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Mark Esper li Washingtonê di civîneke rojnamevanî da ragihand, ku rêveberiya Amerîkayê dixwaze di warê alîkariyên mirovî da piştevaniya xwe ji bo Tirkiyê zêde bike.
Lê d warê asmanî da alîkarîya Tirkîyê nake.
Mark Esper herwiha diyar dike, ku wan ligel Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg rewşa herî dawîn a Sûriyê gotûbêj kirine û NATO ji her rewşa pêwîst ra amade ye.