
Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê rapora xwe ya salane eşkere kir. Li gorî rapora dadgehê, Tirkiye di warê binpêkirina mafên mirovî û astengirina azadiya derbirînê da careke din bûye lîderê cîhanê. Di sala 2018an da jî Tirikye di rêza yekê da bû.
Dadgeha Mafê Mirovan her sal raporeke berfireh amade dike û li gorî serlêdanên ku hatine kirin ji bo her welatekî daneyên cihê tomar dike. Di rapra 2019an de jî îstatîstîk, dane û hemû amarên welatan hatine rêzkirin.
Li gor daneyên rapora 2019an li cîhanê herî zêde ji Rûsya serlêdan bo dadgehê hatine kirin. Li pey Rûsyayê jî Tirkiye tê. Her çiqasî serlêdanên Rûsyayê ji yên ji Tirkiye zêdetirbin jî, dosyayên ku bi cezakirinê hatine encamdan li Tirkiye zêdetir in.
Li gorî rapora dadgehê ji sedî 25.2yê dosyayên li pêşiya dadgehê ji Rûsya, ji sedî 15.57ê wan jî ji Tirkiye hatine. Ukrayna, Romanya û Îtalya jî li pey Tirkîyê tên.
Li gorî daneyên dadgehê, ji sala 1959 an ku dadgeh hatibû damezrandin heta 2019an Tirkiye ew welat e ku herî zêde bi hinceta binpêkirina mafên mirovî hatiye cezakirin. Bi giştî 110 hezar serlêdan hatine kirin û di derbarê 3 hezar û 128 dozan da Tirikye tawanbar hatiye dîtin û ceza lê hatiye sepandin.
Di nava 16 salên dawîn de Dadgeha Mafên Mirovan bi giştî 295.5 milyon lîre cezayê madî li Tirkiye birî ye.
Di vê tabloyê da xala balkêş ew e ku piraniya van ceza û dosyayan ya di derbarê rûdanên li Bakurê Kurdistanê ne ya jî mijarên têkildarî kurdan in.