Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Êzidî yên destê DAIŞê, dawî amara Kurdên Êzidî yên ku ji aliyê DAIŞê va hatibûne revandin, daxuyanîyek da.
Berpirsê dosyeya rizgarbûyên Êzidî, Xeyrî Bozanî di daxûyanîyê da eşkere dike, ku heta niha 3525 kes ji Kurdên Êzidî yên ku DAIŞê revandibûn hatine rizgarkirin.
Ev ji % 55 ji hejmara giştî ya revandiyên Êzidî ne.
Bozanî di derbarê hêjmara kesên ku hatine rizgarkirin da agahîyek wiha dide.
Ji roja 3ê Tebaxa 2014an va, ku DAIŞ ketibû nava Şingalê, heya roja 16ê Sibata 2020ê, ji kesên hatine rizgarkirin 1200 jin, 2 hezar zarok û yên di zilam in.
Neteweyên Yekbûyî jî bi fermî derederiyê bi van datayan ra dike:
Piştî Êrîşa DAIŞê Kurdên Êzidî
Hêjmara Kurdên Êzidî li Iraqê: 550.000
Kurdên Êzidî yên derbider bûne: 360.000
Kurdên Êzidî yên Koçber bûne: 100.000
Kurdên Êzidî ku Şehîd bûne: 1.293
Zarokên Êzidî yên sêw mane: 2.745
Yên hatine revandin: 6.417
Yên hatine xilaskirin: 3.525
Yên hê di destê DAIŞê de mane: 2.893
Gorên bikom: 81
Mezargehên hatine teqandin: 68