
Kongreya Çarem a HDPê îro hate lidarxestin û hevserokên wê yên nû hatin hilbijartin.
Kongre li Enqerê bi beşdariya hejmareke zêde ya endam, alîgir û mêvanan birêve çû.
Di encama kongreyê da Mithat Sancar û Pervîn Buldan wek Hevserokê HDPê hatin hilbijartin.
Mithat Sancar û Pervîn Buldan bi yek lîsteyê ketin dengdanê û bi dengê 836 delegeyan hatin hilbijartin. Ji xwe 1018 delege beşdarî kongreyê bibûn. Ji wan 838 delegeyan dengê xwe dabûn û ji wan jî 2 deng pûç bûn.
Herwiha di encama dengdanê da endamên Meclîsa Partiyê, Komîteya Dîsîplîna Navendî û komîteyên din jî hatin hilbijartin.