
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî îro ji aliyê Papayê Vatîkanê, Papa Fransîs va bi germî hat pêşwazîkirin. Papa, li hember pêkvejiyana olî û netewî, xizmetkirina aware û penaberan, vehewandina Krîstiyanan û têkoşîna li dijî tundrewî û terorî, pesnê rola Kurdistanê da û spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.
Di derbarê hevdîtinê da Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir. Di daxûyanîyê da tê ragihandin ku, di civînê de rewşa Iraqê û navçeyê, rewşa pêkvejiyana olî û netewî û Krîstiyanên Iraqê û Herêma Kurdistanê hatiye gotûbêjkirin.
Li gor daxuyaniyê, Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo peyam û şîretên wî yên ji bo kûrkirina rihê aştîxwazî, tolerans û pêkvejiyana di navbera gelan û pêkhateyên cuda yên cîhanê da spasiya Papa kirîye. Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi fermî Papa Fransîs vexwandîye, ku ew serdana Herêma Kurdistanê bike.