Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Munchenê li gel Wezîrê Berevaniyê Amerîkayê Mark Esper civiya.
Hêmin Hewramî, ku endamê şanda Herêma Kurdistanê ye, di derbarê civînê da ragihand ku Espar ji Mesrûr Barzanî ra gotî ye, Herêma Kurdistanê hevpeymaneke girîng a Amerîkayê ye li navçeyê ye.
Hêmin Hewramî herwiha dibêje, “Şanda Herêma Kurdistanê li gel sê wezaretên Amerîkayê ku beşdarên Konferansa Munchenê ne, civiya. Herwiha civîn dê li gel wezîrên derve yên Rûsya û Îranê jî dibin ku ev nîşaneya serkevtina siyaseta Herêma Kurdistanê ye.”
Li gor daxuyaniya derbarê kombûna li gel Wezîrê Derve yê Amerîkayê de jî, Mark Esper amaje bi wê kiriye ku Herêma Kurdistanê hevpeymaneke girîng a Amerîkayê ye li navçeyê ye.
Mesrûr Barzanî jî spasiya piştevaniya Amerîkayê dike û li ser wê dibêje, “Hevpeymaniya Amerîka û Herêma Kurdistnê, ji bo parastina asayişa Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyêgelek girîng e.”