
Firaksyonên Kurdistanî yên li parlamentoya Iraqê di bin serokatîya Neçirvan Barzanî da civîyan.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser naveroka civînê daxuyaniyek belav kir û ragihand, ku hemû alîyên Kurd hevnerîn bûn ku bi yek helwest tevbigerin. Bi kirdar pêngavan bo pêkanîna hevpeymanî û peyreweke giştî bavêjin ku hemû aliyên Kurdî jê razî bin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê herwiha diyar kir ku di civînê de, rewşa xwepêşandanan, yekxistina aliyên siyasî û saziyên fermî yên Herêma Kurdistanê li hember pêşhatên Iraqê hatine gotûbêjkirin.
Li gor daxuyanîyê behsa pêngavên pêkanîna hevpeymaniya fraksyonên Kurdistanî hatiye kirin ku ew bi dilê hemû firaksyonan be.
Hemû alî tekeziyê li ser wê yekê dikin ku berjewendiyên bilind ên Herêma Kurdistanê û parastina maf û qewareya destûrî û siyasî ya Kurdistanê û navçeyên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, di hikumeta Iraqê da bingeha sereke ya beşdariya aliyên siyasî be.