
Li Tirkiyê di destûrê de tenê zimanê Tirkî wek zimanê fermî hatiye qebûlkirin û di sîstema perwerdehiyê ya wî welatî de jî her dîsan zimanê Tirkî tekane zimanê fermî yê xwandinê ye.
Hikûmeta Tirkiyê di sala 2012 da wek hewlekê bo vebûna di rûyê Kurd da, rê da ku zimanê Kurdî weke derseke bijarte di dibistanan da bê xwandin. Lê belê di wan salên dawiyê da bi sedemên cuda proseya xwandina zimanê Kurdî gelak lawaz bûye û her çend bi fermî nehatiye rawestandin, lê belê di pratîkê da wisa dixuyê ku sekiniye.
Yek ji sedeman, pirsgirêka mamostayên zimanê Kurdî ye. Ji bo dersa bijarte ya Kurdî, mamosteyên ku hatine erkdar kirin, mamoste yên vî zimanî nînin. Jiber nebûna mamostayên taybet jî, xwandekar li cihê xwandina dersa zimanê Kurdî,
Ji destpêka sala 2012 da ji ber nebûna mamostayên ku zanîngeh qedandibin, mamostayên zimanê Kurdî bi girêbestan hatibûn wergirtin.
Cara yekê di sala 2014 da dest bi damezrandina mamostayên derçûyî yên Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî hat kirin.
Di maweya 8 salên bihorî de, Wezareta Perwerdeyê yê Tirkiyêtenê carekê data û amarên derbarê dersa zimanê Kurdî da belav kiriye.
Li gor wan datayan, di sala 2015-2016 da li tevahiya Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, 77 hezar û 931 xwendekaran xwestine ku fêrî Kurdî bibin û dersa zimanê Kurdî hilbijêrin. Ji wê hejmarê jî 71 hezar û 616 xwandekaran dersa Kurmancî û 6 hezar û 315 xwandekaran jî dersa Zazakî hilbijartîye.
Lê hikumeta Tirkiyê, heta niha tenê 59 mamostayên zimanê Kurdî erkdarkirine ku 48 ji wan mamostayên zaraveya Kurmancî û 11 jî mamostayên zaraveya Zazakî ne.
Îsal jî bi hinceta ku xwendekar nînin, hikumetê tu mamsotayên beşa zimanê Kurdî erkdar nekirîye.