
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ragihand ku ew dizanin nekokiyên li Iraqê kûr in û metirsiya herifîna Iraqê gelekî mezine.
Antonio Guterres dibêje; „pêwîst e yekparçeyîya Iraqê were parastin û hêz tenê di destê dewletê de be. Rê li ber tûndûtûjiyê were girtin û nabe milîs êrîşî xwepîşanderan bikin.
Di derbarê tesîra Amerîka û Îranê ya li ser Iraqê da jî Guterres wiha got: “Peyama me gelek zelal e. Divê destêwerdanê derveyî welat bidawî bibin û yekparçeyîya Iraq û serweriya wê were parastin. Pêwîst e ew mercên rê li ber Iraqê vedikin ku weke dewleteke asayî serederî dike li ber çavan bê girtin.
Li Iraqê bi kirinên grûpên milîs xirabtirîn binpêkirinên mirovî encam didin. Weke tê dîtin piraniya êrişên li ser xwepêşanderan ji aliyê van grûpan ve têne kirin.”
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî herwiha ji aliyê erdnîgarîyê va Iraqê wek ciheke gele hestîyar binav dike û dibêje: “Em dizanin nekokiyên li Iraqê kûr in û metirsiya herifîna Iraqê gelekî zêde ye. Divê rê li ber wê yekê bê girtin, û aramiya wê were parastin.“