
Hêzên Amerîkayê binkeyeke nû ya serbazî li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ava kirin.
Binkeya nû ya hêzên Amerîkî li bajarê Hesekê di nava baregeheke berê ya hêzên berevaniya xweser û nêzîkî zindaneke girtiyên DAIŞê da, li taxa Xiwêran ava kirin.
hatiye avakirin.
Hejmarek wesayîtên sebazî ligel hejmarek serbaz li bingehê cih girtine û ala Amerîkayê li ser hatiye bilindkirin.
Li bajarê Hesekê jibilî şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) hêzên ser bi rejîma Sûriyê jî hene û bajar di navbera herdu aliyan da hatîye dabeş kirin.