
Amerîka ji bo derketina ji tengasiya di çend hefteyên derbasbûyî da, dest bi hewlekê kiriye li Iraqê ji bo pêkanîna herêmekê ji bo Sunneyan ava bike. Ev hewl beşek e ji karvedanên Amerîkayê li hember guşarên partiyên Şîe yên Iraqê ku daxwaza derketina hêzên Amerîkî ji Iraqê dikin. Eger ew plan serbikeve, Îranê ji wê girêdanê bêbeş dike ku bo temamkirina projeya Hîlala Şîe pêwîstî pê heye.
Karbidestekî Şîe ji malpera Middle Easty Eye ya Qeterî ra radigihîne, ku Yekîtiya Iraqê êdî di ewlewiyeta Amerîkayê de nîne, eger Amerîkî di hewldanên bo hiştina hêzên xwe li Iraqê bi bin bikevin, ew ê bi cidî kar bo cîbicîkirina wê projeyê bikin.
Berpirsekî berê yê îdareya Amerîkayê jî, ji malpera Qeterî ra axifîye û di axaftina xwe da dibêje, “Pêkanîna herêma Sunneyan weke porjeyekê her dem li gel Amerîkiyan hebû. Ev jî weke hewlek bo rêgirtina li wê ye ku Îran sînorê nifûza xwe ji Iraqê ber bi deryaya naverast ve dirêj neke.“
Ev herêma Sunne ku niha behs li ser tê kirin, ji her sê parêzgehên Enbar, Selahedîn û Nînowayê û herwiha ji beşeke parêzgeha Diyalayê pêk tê ku bi wî awayî beşa Şîeyên Iraqê bi temamî ji Sûriyê tê birîn.
Ew berpirsê berê yê îdareya Amerîkayê dibêje, “Ew projeya Amerîkayê ne ya Sunneyan e. Hebûna hêzên Amerîkayê garantiyek bû bo Sunne û Kurdan, eger Amerîkî neçar bibin bo bicîhiştina Iraqê, pêkanîna herêmeke Sunne li rojavayê Iraqê planeke bo rêlibergirtina Îranê ye. Em behsa pêkanîna dewletekê dikin, ne ku behsa herêmeke îdarî.”