
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Davosê li gel Serokê Amerîkayê Donald Trump civîya.
Serokatiya Herêma Kurdistanê di derbarê civîna serok Nêçîrvan Barzanî û Serokê Amerîkayê Donald Trump da daxuyaniyek belav kir.
Di daxûynîyê da tê gotin, ku Donald Trump di civînê da gelê Kurdistanê weke miletekî mezin wesif kirîye û gotîye; “em deyndarên we ne”. Herwiha Trump spas û pêzanînên Amerîkayê di derbarê rola Herêma Kurdistanê û Pêşmerge ya di têkbirina DAIŞê û parastina pêkhateyên ayînî û netewî yên Kurdistanê da dûpat kirîye.
Li gor daxuyanîyê, di civînê de, rewşa Iraqê bi giştî û peywendiya Herêma Kurdistanê li gel Amerîkayê û girîngiya wê bi taybetî hatîye rojevê. Di warê alîkariya enerjiyê, peywendiyên Hewlêr-Bexda, metirsiya serhildana teror û çawaniya berengarbûnê, rewşa navçeyê bi giştî û peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel welatên navçeyê û herwiha rewşa Sûriyê hatîye gotûbêjkirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî li ser navê gelê Kurdistanê, spas û pêzanîn bo Serok Trump û Amerîkayê dûpat kirîye. Nêçîrvan Barzanî di kombûnê de amaje bi wê kirîye ku niha teror li navçeyê metirsiyeke rasteqîn e û ji ber wê yekê girîng e hevpeymana navdewletî li li ser erka xwe berdewam be.