
Mesrûr Bazranî, di konferanseke rojnamevanî da, di derbarê rewşa Herêma Kurdistan, Iraq û navçeyê da axifî. Barzanî di axaftina xwe da bûyerên dawîn nirxand û got, “Em bi nîgeranî li wan rûdanên li navçeyê dinêrin. Ew alozî û tundtûjiya li navçeyê diqewime, hewayekî ne aram ji bo navçeyê pêk aniye. Hemû hewlekê didin, ew a di şiyana me da ye û tişta em dikarin me kiriye û dikin. Ji bo ku li gel hemû aliyan rewşê ber bi aramiyê va bibin û aramî û seqamgirî careke din vegere navçeyê.
Lêbelê erkê herî li pêş me, parastina Herêma Kurdistan û xelkê Herêma Kurdistanê ye. Em hewl didin ku Herêma Kurdistanê têkilî wan kêşeyan nebe û ew alozî û tundûtujî ber bi dawîbûnê ve biçin.”
Mesrûr Barzanî di axaftina xwe de bang li xelkê Herêma Kurdistanê dike û dibêje, “Ez dixwazim xelkê Herêma Kurdistanê dilniya bikim, ya ku di şiyana me da be, em dê bikin jibo ku Kurdistan her parastî bimîne.”