
Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî di derbarê pêvajoya Rojavayê Kurdistanê da daxûanîyek da. Di daxûyanîyê da tê diyar kirin, ku li gel aliyên siyasî civiyane ku ENKS jî di nava wan da ye. Tevahiya aliyan jî amadebûna xwe ji bo têkilîyên bi Şamê ra nîşan dane.
General Mazlûm Kobanî dibêje, „ENKSê daxwaza hinek tedbîrên taybet kiriye û wan jî ew bicîh anîne. Di vê çarçoveyê da ENKSê daxwaz kiriye ku bi awayekî azad karê xwe li Rojavayê Kurdistanê bikin. ENKSê daxwaza azadkirina zindaniyan kiriye, wan jî bicîh anîye. Mijara ku maye, tenê mijara kesên wenda ne. Piştî ku Rêveberiya Xweser û HSD hatine avakirin, tu kesek wenda nebû ye.“
Mazlûm Kobanî di derbarê rola Herêma Kurdistanê da jî wiha dibêje, „di demên derbasbûyî de bi navbeynkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê wan sê rêkeftin li gel ENKSê îmze kirine, lê ti yek ji wan nehatine bicihkirin. Ew mijarên ku ENKS behsa wan dike, beriya HSDê bûne, lewma li pêşiya rêkeftinên nû tu astengiyek çênabe. ENKS ji çend beşan pêk tê û bi taybetî jî yên ku li Tirkiyê ne, li dijî rêkeftina nû ne. Bêguman û bi taybetî Nêçîrvan Barzanî dikare wê rolê bibîne. Ez li gel Serokê Herêma Kurdistanê axivim û ew jî razî bû ku alîkariyê bike.“
Fermandarê Giştî yê HSDê herwiha dibêje, Serok Mesûd Barzanî jî di vî warî de axaftinên erênî kirine. Wê di demekî nêzîk de konferansekê li ser yekîtiya Rojavayê Kurdistanê bê lidarxistin.