
Serokomarê Fransayê derbarê şandina çekdarên opozisyona Sûriyê û berevaniya di ber hikûmeta Fayiz Serac da li Lîbyayê, bı tundî Serokomarê Tirkiyê Erdogan rexne kir.
Emmanuel Macron, di konferanseke rojnamevaniyê da rewşa Lîbyayê nirxand. Balkişand ser şandina çekdaran ji aliyê Tirkiyê va ji bo Libyayê.
Macron di axaftina xwe da got ku şandina çekdarên oposizyona Sûriyê bo Lîbyayê, ji bo asayîşa hemû welatên Ewropayê gefeke mezin e.
Macron got, “Di çend rojên derbasbûyî da me tespît kirîye ku Tirkîye bi keştiyan kirêgirtiyên Sûriyê dişîne Lîbyayê. Ev yek bi awayekî aşkere binpêkirina rêkevtina Berlînê ye. Binpêkirina pabendiyên me ye. Ev li ser serweriya Lîbyayê êrîş e. Li ser asayişa hemû Ewropa û welatên cînar jî gef e.”