Hunermendê Kurd ê navdar Şehram Nazerî tevahiya konsêrtên xwe yên li Îranê diyarkirî, betal kir.
Şehram Nazerî bi eslê xwe ji Rojhilatê Kurdistanê ye û biryara betalkirina konsertên xwe ji ber xistina balafira Ukraynayê ji aliyê Îranê ve, weke bertek daye-
Şehram Nazerî heta niha 40 albûm derxistin û çend xelatên girîng ê navnetewî bidest xistine.
Endamê orkestraya Nazerî, Ferzad Şaswarî jî dîyarkirîye ku biryara betalkirina konsêrtên xwe weke bertek piştî xistina balafira Ukraynayê ji aliyê Îranê ve dane.
Di derbarê bûyerê de Nazerî wiha gotibû: “Vê bûyerê ez gelek xembar kirim. Lewma ez konsêrtên xwe yên li Tehran, Îsfahan û bajarên din ên Îranê betal dikim. Ez niha ji bo konserên nû nikarim demê diyar bikim.”
Hunermendê Kurd çend meh bere jî ji ber êrişên Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûrî yên girêdayî Enqerê, li ser Rojavayê Kurdistanê konsêrta xwe ya li Tirkiyê betal kiribû.