
Parlamentoya Iraqê li ser projeya-yasaya derxistina hêzên biyanî ji Iraqê da. Danişîna parlamentoyê bi beşdariya 170 parlementeran dest pê kir û proje-yasaya derxistina hêzên Amerîka ji Iraqê hat pesendkirin.
Firaksiyonên Kurdistanî û parlamenterên Sunne beşdarî civîna parlamentoyê nebûn. Biryar bi beşdarbûna firaksiyonên Şîe hate dayîn.
Berî civîna parlamentoyê jî Hizbillaha Iraqê hişyarî dabû parlamentoya Iraqê, ku biryara derxistina leşkerên Amerîkayê ji Iraqê bide. Herwiha Hizbillaha Iraqê gef li Kurdan dixwe, ku eger ew piştgiriya mayîna hêzên Amerîkayê li Iraqê bikin, dê rêya Bexdayê li wan bê girtin.
Hizbullah di daxuyaniya xwe da dibeje: “Rêkevtina stratejîk a ligel Amerîkayê hate kirin, bi awayeke zelal hate binpêkirin. Divê ew rêkevtin were hilweşandin.
Em li benda îradeya ji civîna parlamentoyê derbikeve ne. Em hêvî dikin ku biryara were dayîn, rûmeta zarokên me yên ku xwîna wan ji aliyê devleta teror ve hate rijandin biparêze.”
Di daxûyanîyê da di derbarê helwesta Kurdan da wiha tê gotin; “beşek ji Kurdan dixwaze hêzên Amerîkî li Iraqê bimînin.“
Tê ragihandin, ku parlamenterênjibo civînê kom bûne, zêdetir endamên fraksiyona Bîna, fraksiyonên Şîe ne ku hejmara wan nêzikî 100 kesin û parlamenterên Kurd û Sunne jibo civînê amade nebûne.
Seroka Firoksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li parlamentoya Iraqê Viyan Sebrî dîyar dike, ku, em weke Kurd beşdarî civînê nabin û gor zanyariyên wan beşek ji Sunneyan jî beşdarî civînê nabin.