
Amerîkayê bi êrîşekê ezmasnî Fermandarê Supaya Quds Qasim Sulêymanî û cigîrê serokê Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis li Bexdayê kuştin.
Supaya Pasdaran jî piştrast kir ku, General Qasim Sulêymanî di êrîşa helîkopterên Amerîkayê da hatiye kuştin.
Supaya Pasdaran di daxuyaniya xwe ya kurt de dibêje: “Generalê serbilindê îslamê hecî Qasim Sulêymanî piştî temeneke dûr û dirêj ji cîhadê, îro sibehê di êrîşeke helîkopterên Amerîkayê de şehîd bû.”
Medyaya femrî ya Iraqê jî îşev di nûçeyeke bilez de ragihandibû, bi bombebaraneka li nêzîk Balafirxaneya Navdewletiya Bexdayê, Fermandarê Supaya Quds a Îranê Qasim Sulêymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis hatine kuştin.
Hin wêne û dîmenên vîdeoyî yên piştî êrîşê jî li ser sosyal medyayê û herwiha ji aliyên hin kanalên televîzyonî yên Erebî hatine belavkirin. Di wêneyekê da gustîleke wek ya Qasim Sulêymanî di tiliyekê de tê dîtin ku, ew dest perçeyê herî mezin ji cesede Silêymanî ye.