
Çavkaniyekî Îsraîlî ji malpera Breaking Defence ya Amerîkî re ragihandiye, ku Amerîka li Herêma Kurdistanê mijûlî avakirina sê binkeyên serbazî ye. Tê idîakirin ku her sê banke jî li nêzîkî sînorê Îranê tên avakirin.
Heman çavkaniya Îsraîlî destnîşan kiriye, ku berovajî daxwazên li Iraqê yên ji bo derketina hêzên Amerîkayê, hêzên Amerîkayê hewlên xwe bo zêdetirkirina pêgehên xwe yên serbazî li Iraqê berfirehtir kirine.
Li aliyekê din, hevpeymaniya NATO jî ragihandiye ku dê hejmara şêwirmendên xwe yên serbazî li Iraqê zêde bike. Piraniya endamên NATOyê jî li ser wê yekê razî ne.
Ev pêngava NATO piştî daxwaza Donald Trump tê, ku Trump daxwaz kiribû NATO rola xwe li Iraqê zêde bike. Bi taybet di demekê de ku DAIŞê êrîşên xwe bo ser hêzên Iraqê û li navçeyên din jî zêdetir kirine.